TR KU SO
FB X
Cîhan

Kur, bi 8 guleyan bavê xwe kuşt

Admin M
Nivîskar
📅 13 gulan 2026 00:16

PeyamaKurd – Li bajarê Samsunê li navça İlkadımê li taxa Kadamutê kesê di şaredariyê de dixebite yê bi navê Doğan Can Y. (35) bi bavê xwe yê bi navê İbrahim Y. (59) re munaqeşe kir.

Doğan Can Y. bi demança xwe 8 guleyan li bavê xwe xist û bav di cîh de mir. Piştî kuştina bav, kur teslîmê cendirmeyan bû û dema wî birin dadgehê, dadgehê ew şand zîndanê.

Doğan Can Y. dema ji edliyê derket, di nav lepê cendrimeyan de weha got:

“Ez pir poşman im. Kes naxwaze bavê xwe bikuje. Xwedê vê êşê nîşanî ti kesî nede.”

Kur, Doğan Can Y. nezewiciye û kurê malbatê yek bi tenê ye. Di îfadên xwe de gotiye:

“Bavê min gelek alkolê vedixwar. Tevî ez 35 salîme destê xwe dixist nav her karê min. Daîma bi min re munaqeşe dikir. Ji ber tevgerên wî, derûniya min xerab bû. Roja rûdanê neçûm karê xwe û min rapor sitend. Min xwest hinek bigerim da bêhna min derê.

Êvarê li ser tampona ereba min munaqeşe çêbû. Bangî min kir û got ku em menemenê çêbikin. Di wê gavê de ez bi diya xwe ya ku nikare rabe ser xwe re meşxûl bûm. Çêrî min kir; qêriya ser min û qaba menemenê avêt. Paşî got ku wê me her dû yan jî bikuje û çû metbexê. Ez fikirîm ku dê bi kêrê me bikuje.

Min demança xwe ya bi ruxset xist ber xwe. Bavê min bi kêrê êrîşê min kir. Ez tirsiyam û min bi demançê lêxist. Ez nizanim min çend guleyan lê daye.”

Parve bike: