TR KU SO
FB X
Cîhan

Kurdek bû Serokê Akademiya Leşkerî ya Iraqê

Admin H
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2026 11:55

PeyamaKurd - Tûmgeneral Nezir Asım Axa Goran bi pêşniyara Serok Mesud Barzanî û bi îmzeya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî wekî Serokê Akademiya Leşkerî ya Iraqê hat tayînkirin.

Ev biryara tayînkirinê di dîroka Iraqê de yekem car e ku çêdibê û wekî gaveke girîng û dîrokî tê nirxandin.

Hat ragihandin ku tê çaverêkirin Tûmgeneral Nezir Asım roja 17ê Cotmehê di merasîmeke fermî de dest bi erka xwe ya nû bike.

Tûmgeneral Nezir Asım ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û ji bo baweriya bi wî hatiye anîn spasî li Serok Mesud Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Asım diyar kir ku armanca wî ya sereke bilindkirina asta perwerdeya leşkerî ya li Iraqê ye û ew ê bixebite da ku kolejên leşkerî ji aliyê zanistî û leşkerî ve bigihînî ast û pîvanên navneteweyî.

Parve bike: