Cîhan
Lehî Ankara perişan kir: Otomobîl li ber lehiyê çûn
PeyamaKurd – Li payîtexta Tirkiyê li Ankara ber bi wextê sibê de, baran destpêkir û paşî her çû baran xwurt bû. Baran li seranserê bajêr bû sedema ku av ketin nav dukkanan û xâniyên nizm. Li Mamakê rêyekî roxiya û erebeyekî ket çala di rê de çêbû. Li Sanayiya Yenikentê li gelek kargehan xesara maddî çêbû.
Li gelek kolanên Ankara û buhirên bin caddeyan av giha hev, çûnûhata bajêr bi zahmetî xist û av ket dukkan û xaniyan.
Li navça Mamakê di wexta baran dibariya brûskê li banê xaniyekî xist û agir bi xanî ket. Bi xebata îtfaiyê agir vemirandin.