Cîhan
Li 14 eyaletên Hindistanê operasyon: 200 kes hatin girtin
PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê yên Hindistanê li 14 eyaletan operasyonên hevdem encam dan û zêdetirî 200 endamên rêxistina tawanê ya bi navê Şahzad Bhatti ku tê îdîa kirin ji aliyê Pakistanê ve piştivaniya wê tê kirin, girtin.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Hindistanê Amit Shah ragihand ku ev operasyon di 12ê Tebaxê de, tam 3 roj beriya pîrozkirina Roja Serxwebûnê ya Hindistanê hataye kirin.
Shah teqez kir ku bi van pêngavan re plansaziyên êrîşên ku dihatin xwestin di pîrozbaniyan de bêne kirin bi tevahî hatine pûçkirin.