Li Afganistanê zimanê Farisî hat qedexekirin
PeyamaKurd – Talîbanê, zimanê Farisî li îdare, ragihandin û navendên hikûmî de qedexe kir û divê bi zimanê Peştû biaxivin.
Li gor nûçeya nûçegihaniya “Baharnews” a Îranê, li Afganistanê, xelk bi zimanê Peştû, Farisiya Derî, Tacîkî û Ozbekî diaxivin, lê berpirsên Talîbanê zimanê Farisî di îdare, ragihandin û navendên fermî yên hikûmetî de qedexe kirine û divê bi zimanê Peştû biaxivin û binivîsin, Farisiya Derî, ku bi devoka Hezaregî tê axivîn, nêzî %30 a xelkê Afganistanê li xwe digere.
Farisiya Derî, bi devoka Hezaregî ji aliyê Hezaregiyan ve tê axavtin ku bi piranî Şî`e ne. Herwisa li Afganistanê, Tacîk bi zimanê Tacîkî diaxivin û Ozbek jî hene bi zamanê Ozbekî diaxivin.
Wê nûçegihaniya rejîma Îranê di nûçeya xwe de ti basek ji zimanê Ozbekî nekiriye.