Cîhan
Li baregeha Îranê teqîn: 20 serbaz hatin kustin!
PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li Çiyayê Azanê yê li Başûrê Helebê li baregeheke leşkerî ya Îranê têqînek çêbûye. Di encama teqînê de 20 serbazên îranê hatine kuştin û gelek birîndar hene.
Heta niha sebeba teqînê nehatiye diyarkirin. Li gorî îddayan hinek balafirên şer di ser herêmê re difirin, lêbelê ti kes nizane ku ew eydê kîjan dewletê ne.
Îranê li dijî operasyona Sûriyê bertekên xwe nîşan dabûn. Wezareta Karên Derve ya Îranê îdda kiribû ku ji bo çekên kîmyewî ti delîl di destê Amerîkayê de nîn in. Lêbelê dîsa jî êrîşî Sûriyê dike. Encamên vê yên herêmî wê çêbibin.