TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Bexdayê dewama kar ji ber germa zêde hate kêmkirin

Admin H
Nivîskar
📅 23 hezîran 2024 17:30

PeyamaKurd – Li paytexta Iraqê Bexdayê ji ber germa zêde ya havînê ku van rojan bandoreke tund li ser welatiyan dike, saetên dewama kar kêm kir.

Li Bexdayê pileya germê gihîştiye 50yî û jiyan hatiye asta rawestanê.

Ji ber vê germa zêde di saziyên dewletê de ji bo dewama kar sererastkirin hate kirin.

Bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, dewama kar a ji 08:00 heta 14:00 hate kêmikirin. Li gorî birayarê wê karmendên saziyên dewletê ji demjimêr 07:30 heta 12:30 kar bikin.

Li aliyê din Wezareta Tenduristiya Iraqê jî bang li welatiyan kir ku ji ber germa zêde bi tebdîr tevbigerin nava rojê dernkevin dere.

Parve bike: