TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Büyükçekmece êrîşa çekdarî kirin ser rezidansê: kesekî mir û yek jî birîndar bû

Admin M
Nivîskar
📅 21 cotmeh 2026 18:36

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Büyükçekmece di qata 17em ya resîdansekî de êrîşa çekdarî kirin û di encamê de Yasin Binarci (26) jiyana xwe ji dest da û Mehmet Işık jî birîndar bû. Rûdan seet li dora 13.30an de qewimî.

Polîs di daîrê de lêgerînê kir, 3 demançe û miqdarekî madde yê hişbir dît. Li gor hat ragihand; kesên êrîşker diçin hundir û bi çekan li Yasin Binarci û Mehmet Işık dixin. Gumanbarên ku reviyan, niha polîs li wan digere.

Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Parve bike: