Cîhan
Li DYAyê îskeletê dinazorekî bi 47,3 milyon dolarî hat firotin
PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Montanayê îskeleta 3 metre dirêj ya ku aîdê cûreya nû ya dînazorekiyê, bi 47,3 milyon dolarî hat firotin. Firotina dînazor li New Yorkê li mala Sothebyê ya muzayedeyê hat firotin.
Sothebyê ragihand ku navê îskeletê dînazorî "Jodi" ye, 191 hestiyên dînazor anîne cem hev û gelekî baş hatiye parastin.
Di bazarê de bi 6 milyonî dest bi firotina îskelet kirine lê dînazorê temenê wî 67 milyon sale, bi 47,3 milyon dolarî firotine.