Cîhan
Li Endonezyayê keştiya 241 kes tê de bûn winda bû
PeyamaKurd - Li herêma Cava ya Endonezyayê, keştiya rêwiyan a ku 241 kes tê de bûn, piştî ku li saet derdor 02.00ê peywendî pê re qut bû, winda bû.
Rayedaran ragihand ku keştî ji bajarê Surabayayê ber bi bajarê Banjarmasinê ve diçû û operatorekî da xuyakirin ku keştî di dema rêwîtiyê de bi şert û mercên xerab ên hewayê re rûbirû maye.
Piştî windabûna keştiyê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku bi hevkariya saziyên têkildar tevdigerin, bo herêma ku tê texmînkirin keştî lê winda bûye hatin veguhestin.
Hate diyarkirin ku ji bo dîtina kesên winda hemû derfetên heyî hatine seferberkirin.