TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Erebistana Si’ûdiyê 3 zabit hatin îdamkirin

Admin M
Nivîskar
📅 10 nîsan 2021 21:12

PeyamaKurd – Li Erebistana Si’ûdiyê 3 zabit bi sedema ‘îxaneta weten’ ,’hevkariya bi dijmin re’ û ‘îhlala berjewendiyên leşkerî yên welat’ bi fermana Qral Selman hatin îdamkirin.

Li gor ragihandina ajansa fermî ya Erebistanê SPA yê; ji wezareta bergiriyê ya Erebistanê babet hatiye ragihandin. Her sê zabit hatine şandin bo dadgehê û hatine darizandin. Sûcên wan sabît bûye û biryara îdama wan hatiye dayîn.

Piştî biryara îdamê ji aliyê qraliyetê de hatiye tesdîqkirin, her 3 zabit li fermandariya herêma başûr hatine îdamkirin.

Mijara ku bi wetenê xwe rê îxanetê kirine û bi dijmin re hevkarî kirine nezhat zelalkirin û di biryarê de dijmin kî ye nehat gotin.

Parve bike: