TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Hatayê otomobîlek teqiya: 2 kes mirin...

Admin H
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2019 18:01

PeyamaKurd – Li bajarê Hatay navçeya Reyhanli ya sînorê Sûriyê, di otomobîlekê de teqîn çêbû û li gor zanyariyên destpêkê, 2 kes mirin û kesek jî bi xedarî birîndar bû.

Li gor ragihandina medya tirk, teqîn li demjimêr dor 13:00ê nîvro di otomobîlekê de çêbûye, lê hîn nayê zanîn bê bombe hatiye teqandin yan na.

Hat zanîn ku di otomobîlê de ji sê kesên tê de bûn, 2 ji wan di encama teqînê de can dane û kesek jî bi xedarî birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.

Otomobîla ku teqîn tê de çêbû bi temamî rûxiya ku tîmên pisporên bombeyan jî li cihê bûyerê lêkolînê dikin.

Parve bike: