Li Iraqê 10 kes bi sûcdariya “terorîzmê” hatin îdamkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Nasiriye yê parêzgeha Zîqar a Iraqê 10 kesên bi tohmeta terorê hatibûn cezakirin, hatin îdamkirin.
Di van salên dawî de, dadgehên Îraqî cezayên îdamê û zindankirina heta hetayî li sedan tawanbaran birî. Li gorî Qanûna Cezayê ji bo her kesê ku tevlî rêxistinên terorê bibe wê cezayê îdamê bê sepandin.
Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyên ewlekarî û tenduristiyê hatine wergirtin, doh (22.07.2024) 10 Iraqiyên cezayê îdamê sitendibûn, li zindana Nasiriye hat bidarvekirin.
Çavkaniyeke tenduristiyê diyar kir ku hemû kesên ku cezayê îdamê li wan hatiye birîn bi endamtiya rêxistina terorîst a DAIŞê hatine tohmetbarkirin û îdam di bin çavdêriya tîmeke girêdayî Wezareta Dadê de hatiye kirin, ev nûçe ji aliyê çavkaniyeke ewlehiyê ve hatiye piştrastkirin.
Çavkaniya han eşkere kir ku kesên hatine bidarvekirin li gor madeya 4an bi terorîzmê hatine tometbarkirin û termên wan radestî malbatên wan hatine kirin.
Li Iraqê di sala 2023an de zêdetirî 8 hezar kes hatin îdamkirin.
Wezareta Dadê ya Iraqê herî dawî ragihandibû ku ji 20 hezar girtiyên ku bi tohmeta terorê û endamtiya rêxistinên terorîst di girtîgehên Iraqê de girtî ne, 8 hezar kes bi îdamê hatine mehkûmkirin.