Cîhan
Li Îswîçreyê balafira seyahî ket: 20 mirî
PeyamaKurd: Li welatê Îswîçreyê balafireka ku rêwiyan li ser Çiyayê Alpa digerand, do piştî vîvro ket. Li gor hat ragihandin 20 kes jiyana xwe ji dest dan.
Balafira ku qeza kir, modela wê modeleka kevne, Ju-52 ye û balafir ketiye ser çiyayê Piz Segnasê. Balafir tenê 20 rêwiya dikare hilgire.
Tîmên rizgarkirinê xwe gihandine enkaza balafirê. Di balafirê de 17 rêwî û 3 xebatkar hebûne.