TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Kapadokya Kuleka Perî (Peri Bacası) hilweşiya: 2 kes mirin û 5 kes birîndar in

Admin M
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2026 18:59

PeyamaKurd – Li bajarê Nevşehirê li belda Göreme, li ber muzeya servekirî Kuleka Perî hilweşiya û kevirên wê bi ser hinek kesan de ketin. 2 kes ji wan mirin û 5 kes birîndar in. Piştî rûdanê masa krîzê ava kirin û tîmên AFADê û tenduristiyê çûn ciyê hilweşînê.

Parêzgerê bajarê Nevşehirê Hüseyin Kök çû ciyê rûdanê û ji bo çapemeniyê weha got:

“Îro piştî seet 15.15an bi sedema barana zêde erd şemitî. Ji ber şemitandina erdê li Göremeyê zinar gêr bûn û kesên di bin de man, ji wan me cenazên 2 kesan dît, xebatên me yên li ciyê bûyerê dewam dikin. Me kesekî birîndar şand nexweşxanê.”

Li ser qewimandinê, wezîrê dadê yê Tirkiyê Akın Gürelk jî ji kesên mirî re sersaxiyê xwest û ji birîndaran re şîfayê xwest. Gürlek her weha ragihand ku li ser rûdanê 3 dozgeran wezîfedar kiriye da bûyerê vekolin.

Dibe k udi bin keviran de hê jî kes mabin û jibo tesbîta wan xebat dewam dikin.

Parve bike: