Cîhan
Li navenda Facebookê alarma bombeyê
PeyamaKurd - Ji bo navenda Facebookê ya li eyaleta California ya Amerîkayê alarma bombeyê hat dayîn ku avahî ji aliyê polîsan ve hat tehliyekirin.
Polîsê New Yorkê gilîyê bombeyê gihand Navenda Polîsan a Menlo Parkê û avahiya Menlo Park a Facebookê hat valakirin.
Li gor reutersê gelek tîmên polîsan li avahiya facebookê lêgerînê dikin.
Herwiha hat zanîn ku ne tenê avahiyek avahiyeke 3 qatî ya din a şirketê jî hatiye tehliyekirin.
Hêjayî gotinê ye, ev demeke gelek giliyên bombeyan ji navendên kompaniyên mezin re tên kirin ku hinek ji wan rast dernakevin.