TR KU SO
FB X
Cîhan

Li nêzî Şamê boriya gaza xwezayî teqiya

Admin H
Nivîskar
📅 01 cotmeh 2026 15:22

PeyamaKurd - Li nêzîkî paytexta Sûriyeyê Şamê, di boriya gaza xwezayî de teqînek çêbû û di encamê de şewateke mezin derket holê.

Li gorî daxuyaniya Şîrketa Ceryanê ya Sûriyeyê, ji ber teqînê sê santralên ceryanê derketine derveyî xizmetê, û ev yek dê bibe sedema kêm٘bûna ceryanê û zêdebûna demjimêrên qutbûnê.

Rêveberê Medyayê yê Wezareta Enerjiyê Ebdulhemîd Selat diyar kir ku bandora teqînê ne tenê bi sektora ceryanê re sînorkirî ma ye, lê belê li ser stasyonên pompekirin û parzûnkirina ava vexwarinê jî bandor kiriye.

Her wiha çavkaniyên hikûmetê ragihandin ku teqîn nêzî santrala ceryanê ya Tişrînê çêkiriye û ajansa fermî SANAyê jî da xuyakirin ku li nêzî herêma Xûtaya Rojhilat dengê teqînê hatiye bihîstin

Parve bike: