Li Norwêcê hukûmetê qanûnek amade kir: Divê ji sedî 40 lijneyên rêvebir jin bin
PeyamaKurd – Li Norwêcê hukûmetê qanûnek amade kir ku tê de ji kompaniyên mezin û navîn hewce dike ku herî kêm ji sedî 40 rêveberên jin di desteyên wan de hebin.
Li gorî nûçeya BBC; Pêşnûmeya ku di destpêka vê hefteyê de pêşkêşî meclîsê hat kirin, tê plankirin ku rê li ber pêkanînên ku rê li ber rabûna jinan li cihê kar digirin bigire.
Qanûna ku ji aliyê hikûmetê ve bi lihevkirina bi lobî û sendîkayan re hatiye amadekirin, li cîhanê yekemîn e.
Li gorî pêşnûmeqanûna ku tê plankirin di nava 5 salan de bi temamî were tetbîqkirin, sala bê wê qanûn ji bo 8 hezar şîrketan û heta sala 2028an jî ji bo 20 hezar şîrketên ku zêdetirî 30 karmendan in, bikeve meriyetê.
Hikumeta hindikah a bi pêşengiya Partiya Karker, ku dibîne temsîliyeta jinan hêdî hêdî pêş dikeve, destnîşan kir ku ev rêje di nava 20 salan de ji sedî 15 bûye ji sedî 20.