TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Polonyayê Lutkeya Rojhilata Navîn û dijî Îranê tê lidarxistin

Admin S
Nivîskar
📅 13 rêbendan 2019 00:43

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dê bi serpereştîya Amerîkayê rojên 13-14ê Sibatê li Polonyayê bi mijara Îran û Rojhilata Navîn zîrweyeke navnetewî were lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di hevpeyvîna Fox Newsê de îro eşkere kir ku dê di lutkeya Polonyayê de, li ser îstiqrara Rojhilata Navîn, aştî, azadî û mijarên ewlekariyê were rawestîn.

Pompeo herwiha got, mijara rakirina ji holê ya hewlên bêîstiqrariyê ya Îranê di lutkeyê de tê gotûbêjkirin.

Herwiha Berdevkiya Wezareta Derve ya Amerîkayê jî li ser lutkeya Polonyayê ragihand, “Şirîkatiya digel welatên Kendavê, ji bilî rakirina ji holê ya êrîşkariya Îranê ji bo parastina çavkaniyên enerjiyê û têkoşîna dijî terorê gelekî girîng e.”

Parve bike: