TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Rize 2 bira ketin behrê: 1 mir û yê din wenda ye

Admin M
Nivîskar
📅 26 tebax 2026 14:28

PeyamaKurd – Li bajarê peravên Derya Reş li Rize li navça Çayeli li taxa Büyüktaşhane 2 bira ketin avê lê pêlên deryayê wan bi xwe re bir. Ji birayan yê bi navê Ahmet Ertuğrul Önder (16) bi saxî ji deryayê derxistin û birin nexweşxanê. Lê birayê bi navê Arif Kerem Önder (11) wendaye û xebata lêgerîna wî di deryayê de dewam dike.

Li ser agahdarkirina tîman, tîmên AFADê, tenduristiyê, ewlehiya peravan, UMKE û polîsên deryayê çûn ciyê rûdanê.

Ahmet Ertuğrul Önder ji deryayê derxistin û wî bi ambûlansê birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can da.

Temamê tîmên pêwendîdar li birayê wenda digerin da wî bi saxî an mirîtî peyda bikin.

Parve bike: