Cîhan
Li Rûsyayê teqîn: 4 kesan can da
PeyamaKurd - Li herêma Ural a Rûsyayê di encama teqîneke gazê de, 4 kesan can da û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên medya Rûsî di avahiyeke pirtewî ya li bajarê Magnitogorsk a herêma Uralê de, berê sibehê teqîna gazê rû daye û di encama teqînê de 4 kesan can daye, hejmarek jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku hîn agahî ji 79 kesên di avahiyê de bûn, nayê wergirtin.
Hat zanîn ku 10 kes hatine rizgarkirin û gelek tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê xebatên xwe berdewam dikin.