TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Silêmaniyê, 313 mîn hatin jinavbirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 18 tebax 2023 20:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Silêmaniyê 313 mîn ku piraniya wan ji şerê Iraq û Îranê yên navbera salên 1980-1988an mane, bi awayekî kontrolkirî hatin jinavbirin.

Hat ragihandin ku Rêveberê Giştî yê Ajansa Mînan a Herêma Kurdistanê Cebar Mistefa Resûl, li navçeya Dûkanê ya bajarê Silêmaniyê beşdarî çalakiya pûçkirina mînan bû.

Cebar Mistefa Resûl, di dema wê xebatê de daxuyaniyek da û got ku li navçeya Dûkanê û Herêma Kurdistanê mayînên dema şer hene.

Resûl da zanîn ku çalakiya teqandina mînan a bi kontrol bi awayekî serkeftî pêk hatiye û diyar kir ku li Dûkanê bi giştî 12 kîlometir çargoşe bi mînan hatiye girtin.

Cebar Mistefa Resûl eşkere kir ku piştî xebatên pûçkirina mayînan ev rûber daketiye 5,5 kîlometir çargoşeyan û di derbarê deverên ku dê bên paqijkirin de wiha got:

 “Ji ber mînên li Dûkanê hin welatî nikarin biçin zevî û rezên xwe. Piraniya mînên li herêmê di şerê 8 salên di navbera Îran û Iraqê de mane. Bi rakirina kontrolê ya 313 mînna ji herêmê, bûyerên nexwestî jî hatin astengkirin. Li herêma Dûkanê heta niha 400 kes ji ber van mînan mirine û birîndar bûne.”

Parve bike: