Cîhan
Li Ûgandayê tekne noqav bû: 29 mirî
PeyamaKurd- Ji welatên Afrîka rojhilat li Ûgandayê tekneya ku di nav de 90 kez hebûn, li gola Victoria noqav bû û 29 kes fetişîn. Di keştiyê de prensê Ûgandayê David Wasajja, birayê qralê Bûgandayê, stranbêj Iryn Namubiru û muzîsyenê repê The Mith jî hebûn.
Di nava tekneyê de partî dihat dayîn. Berpirsê polîs yê payîtext Kampalayê Zurah Ganyana ragihand ku li herêmê firtûneyeka zêde hebû hem tekne di ser kapasîta xwe de kesan barkiribû. Heya niha ji rêwiyan 27 kes hatine rizgarkirin.
Nehat ragihandin bê prens ji bobelatê rizgar bûye an na.