Li wî welatî, 7 wezîran dest ji kar berda
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Kolombiyayê li ser daxwaza Serokomar Gustavo Petro, 7 wezîran dest ji kar berda.
Hat diyarkirin ku wezîrên Karên Hundir, Tenduristî, Çandinî, Zanist, Darayî, Veguhestin û Ragihandin û Teknolojiyê, piştî daxwaza Serokomar Gustavo Petro ya ji bo guhertina kabîneyê, dest ji kar berda.
Li gorî hat zanîn, peywira Wezîrên Parastin, Karên Derve, Enerjiyê de tu guhertin çênebûye û li cihê wezîrên îstifakirî, wezîrên nû hatine tayînkirin.
Petro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku tifaqa siyasî ya ku bi biryara piraniyê hat qebûlkirin, bi biryara hin serokên partiyan bi dawî bû û got,
"Daxwaza guhertinê bi gef û mezhebperestiyê tê nixumandin. Rewşeke wiha dike ku em hikûmetê ji nû ve bifikirin."