TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Yemenê di wexta paqijkirina mayînan de 2 pispor mirin

Admin M
Nivîskar
📅 09 tîrmeh 2023 00:35

PeyamaKurd – Li bakûrê Yemenê li bajarê Sadayê di wexta paqijkirina mayînan de teqîn çêbû û 2 pisporên mayînan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku Hûsî ji bo kes nikaribe mayînan tesbît bike, rêbazên nûh bikartînin ku di kontrola mayînan de, ciyê mayînan bi cîhazan nayê tesbîtkirin.

Rêxistina paqijkirina mayînên bejayiyê, bi nivîskî ragihand ku li bajarê Sadayê, li navça El-Baka li taxa El-Mahnakê di wexta ku mayînan paqij dikirin, teqîn çêbûye. Li ser mijarê heya niha Hûsî ti ragihanekî nekirin.

Parve bike: