TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Yemenê qeyik binav bû: 40 mirî

📅 08 hezîran 2018 00:02

PeyamaKurd - Li nêzî qeraxên Yemenê qeyika ku penaberên Efrîqayî tê da bûn binav bû û li gor agahiyên ewilîn 40 kes qeniqîn.

Li gor daxuyaniya ku Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM) li ser hesabê xwe yê Twîtterê da, qeyika ku ji herêma "Qoçê Efrîqayê" dihat (Etîyopya, Cîbûtî, Somalî û Erître) û nêzî 100 penaber tê da bûn, ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, nêzî qeraxên Yêmenê binav bû.

Li gor daxuyaniyê li gor agahiyên ewil 40 kes qeniqîne û 16 kes winda ne.

Di daxuyaniyê da hat gotin, dibe ku hejmara miridyan zêde be, li 39 kesên hatin xelaskirin av û xwarin hat belakirin û ji bo wan tedawiya tibî û psîkolojîk hat kirin.

Di daxuyaniya IOMê da der heqê cihê ku tekne binav bû, hûrgilî nehat dayîn.

Li gor nûçeyên ku di çapemeniyê da cih girtin jî bûyer li rojhilata Yêmenê nêzî qeraxên Hadramevtê qewimî.

Tê gotin ku penaberên Efrîqayî wê derbasî Erebistana Siûdî û welatên Kendavê bûbûna.

Parve bike: