TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron êrîşa ser Hewlêrê şermezar kir: Em naxwazin têkevin şer

Admin H
Nivîskar
📅 13 adar 2026 17:04

PeyamaKurd -  Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, êrîşa bi dronan li sînorê Hewlêrê ku di encamê de leşkerekî Fransî hat kuştin, bi tundî şermezar kir.

Macron di civîneke rojnamevanî de ragihand, êrîşa li ser Hewlêrê bi ti awayî nayê qebûlkirin û got ku siyaseta Fransayê ya li herêmê tenê ji bo parastina hevpeymanan e û ew naxwazin têkevin ti şerî.

Serokê Fransayê derbarê bandora şerê Îranê li ser aboriya cîhanê de diyar kir, bilindbûna nirxê petrolê nabe hincet ku cezayên li ser Rûsyayê werin sivikkirin an rakirin.

Macron bal kişand ser gava Amerîkayê ya ji bo sivikkirina hinek cezayên ser Moskowê û got: "Dibe ku Rûsya bifikire ku ev şer derfetekê dide wan, lê heta Amerîka gavên wisa baveje jî, Fransa cezayan ranake."

Di dawiyê de Macron got, ew amadekariya pakêta 20emîn a cezayan li dijî Rûsyayê dikin û tekez kir, ew ê li dijî keştiyên "sîber" ên Rûsyayê ku ji bo vedizîna ji cezayan û hinardekirina petrolê tên bikaranîn, têkoşîna xwe bidomînin.

Parve bike: