TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî û Antonio Tajanî êrîşa ser baregeha li Hewlêrê şermezar kirin

Admin H
Nivîskar
📅 12 adar 2026 18:05

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani bi rêya telefonê peywendiyek encam dan û geşedanên dawî yên herêmê û bandora şer li ser ewlehiya cîhanê gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî bi tundî êrîşa şeva borî ya li ser baregeha leşkerî ya Îtalyayê ya li Herêma Kurdistanê şermezar kir û destnîşan kir ku divê hikûmeta Iraqê berpirsyariya xwe ya ji bo parastina nûneratiyên dîplomatîk û hêzên hevpeymanan bi cih bîne û rê nede ku komên ji qanûnê derketine asayîş û berjewendiyên welêt bixin metirsiyê.

Antonio Tajani jî ew êrîş şermezar kir û tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wî dê di rûbirûbûna astengî û êrîşên terorîstî de piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê bidomîne.

Tajani got ku ew ê hevkariya xwe ya ji bo parastina aştî û aramiyê bi pêş bixin. Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgiriya berdewam a Îtalyayê kir û rola hêzên Îtalî ya di nav Hevpeymaniya Navneteweyî de bi bilindî nirxand.

 

Parve bike: