Cîhan
Malikî: “Li Iraqê pêdivî bi Amerîkayê heye”
PeyamaKurd- Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ragihand ku li Iraqê pêdivî bi musteşar, pispor û perewerdekarên leşkerî yên Amerîkayê hene. Malikî ragihandina xwe ya di derbarê pêşdeçûnên nava Iraqê û herêmê de, di televîzyona El Ehed de kir ku televizyon ya grûba şî’a ya Asayîb Ehlilheq e. Malikî weha got:
“Derxistina hêzên Iraqê ne di erka meclisa Iraqê de ye. Li Iraqê pêdivî bi müsteşar, pispor û perwerdekarên leşkerî yên Amerîka heye.”
Li ser rexneyên ku leşkerên Amerîka di dewra hukumeta Malikî de hatine dawetkirin bo Iraqê de, Malikî got: “Di dewra min de yek leşkerekî Amerîkayê neketiye Iraqê.”
Di demeka ku grûbên şî’a yên tundrew dixwazin leşkerên Amerîkayê ji Iraqê derin de, gotinên Nûrî Malikî gelek balkêşin.