Miçotakis: Ne bisev, em biroj li benda we ne!
PeyamaKurd- Serokwezîrê Yûnanîstanê Kiryakos Miçotakis, li Parîsê ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron hevdîtinek kir. Miçotakis li ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê yên li dijî Yûnanîstanê axivî û got ku em li dijî gefan, amade ne.
Piştî hevdîtina ku di navbera Macron û Miçotakis de çêbû, daxuyaniyeke hevpar hat dayîn û gefên Tirkiyeyê yên li ser Yûnanîstanê jî hatin nirxandin.
Kyriakos Mitçotakis li ser gefan got,
“Em amade ne bi her kesên ku gefan li welat û gravên me bixwin re rû bi rû bibin. Ez bawer dikim yasa zelal in û em berdewamî piştgiriya yasayan dikin, ji ber vê jî helwesta me gelek eşkere ye. Em deriyê xwe li ber bêzariyê digirin û ji bo gotûbêj û danûstandinê vekirî dihêlin.
Ji bo kesên ku şevekê ji nişke ve dixwazin werin gravên me, em dibêjin ku biroj werin da ku bê dîtin bê ka dad û hêza rasteqîn, li aliyê kê ye. ”
Emmanuel Macron jî li ser aloziya navbera herdu welayan axivî û got:
“Ligel dûbarekirina tevgerên bêzar û gotinên têbîniyên kirêt ên di derbarê serweriya Yûnanîstanê de li vê derê baş dibînim û wekî her caran, piştgiriya me ya zelal û yekalî tînim zimên.
Ev hevbeşiya stratejîk ji mêj ve heye û heta demeke dûr û dirêj jî dimîne, lewra em rê nadin ku tu tevlîheviyek bi taybetî li rojhilatê Deryaya Spî û li beramberî we çêbibe.”