TR KU SO
FB X
Cîhan

Microsoft: Hackerên Pasdaran pisporan dikin armanc

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 22 rêbendan 2024 00:58

PeyamaKurd - Microsoftê ragihand ku pisporên payebilind ên karûbarên Rojhilata Navîn ku di zanîngeh û saziyên lêkolînê yên Ewropa û Dewleten Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de dixebitin, bûne armanca êrişên hackerên rejîma Îranê.

Koma hacker a girêdayî rejîma Îranê ku bi navê "Mint Sandstorm" tê zanîn, hewl da ku li Belçîka, Fransa, Brîtanya, DYA, Îsraîl û Xezzeyê xwe bigihîne lêkolînerên navdar.

Di vê operasyona Mint Sandstormê de ku di Mijdara sala borî de dest pê kiribû, hakerên rejîma Îranê bi navên rojnamevanan xwestine ku lêkolîneran bixapînin. Bi şandina e-postayên bidestxistina nasnameyan, xwestine mexdûran araste bikin ku ku pelên bi malware vegirtî ji bo sîxuriyê bidest bixin.

Lêkolînerên Microsoftê piştrast kirin ku wan di hin van êrîşan de amûrên xerab ên ku berê nehatine bikaranîn dîtine.

Microsoftê da zanîn ku hakerên rejîma Îranê, kampanyayên xwe bi berhevkirina şarezayiya endezyariya civakî û ji bo bidestxistina baweriya qurbanan encam dane û naveroka hin e-mailên ku hatine şandin nîşanên giştî ku dikarin bi êrîşeke bêne naskirin nînin.

Microsoft destnîşan dike ku di hin mînakên vê kampanyayê de hackeran hesabên hin rojnamegeran ên rasteqîn ku hatine bidestxistin bikar anîne da ku bi mexdûran re têkilî daynin. Hackerên rejîma Îranê bi vî awayî dikin ku kesên di bin êrîşê de ne, tênegihîjin ku ev êrîş e.

Pisporên Microsoft dibêjin ku amûrên ku ji hêla hackeran ve di vê êrîşê de hatine bikaranîn li gorî berê pir çêtir bûne û ev yek ji wan re dibe alîkar ku demek dirêjtir di pergala qurbaniyên xwe de bimînin.

Microsoft nîşan dide ku armanca rejîma Îranê ji vê helwestê ev e ku ji pisporên navdar ên navnetewî, di derbarê şerê navbera Îsraîl û Hemasê de nêrînên cuda werbigirin.

Çalakiyên koma "Mint Sandstorm" ku bi navên din ên wekî "Kitenên Xêrxwaz" û "Fosfor" jî tên naskirin, girêdayî Pasdarên rejîma Îranê ne. Yek ji armanca vê komê jî ew e ku di derbarê çek û êrîşên sîber de, li welatên cuda operasiyonên sîxuriyê bike û di di çarçoveyê de, beriya niha çendîn caran rojnamevan, siyasetmedar, lêkolîner û mamostayên zanîngehan kirine armanc.

Parve bike: