Cîhan
Moskova rastî êrîşeke mezin a dronan hat
PeyamaKurd - Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin ragihand ku herêma Moskovayê bi 467 dronan hatiye armancgirtin û pergalên parastina hewayî 144 dronên ku nêzî bajêr dibûn bêbandor kirine.
Sobyanin di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev êrîş di navbera 12ê Mijdarê seet 18:00 û 13ê Mijdarê seet 08:00an de pêk hatiye.
Hate ragihandin ku beşeke mezin a dronan ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve li dewerên dûr hatine rûxandin.
Ji ber perçeyên dronên ku ketine xwarê û xebatên tîmên lezgîn, seferên balafiran ên li firokeyxaneyên Moskovayê bi awayekî bo demkî hatine sînordarkirin.