Mucteba Xamineyî derî li ser rêkeftina agirbestê ya li gel Amerîkayê girt
PeyamaKurd - Rêberê Bilind ê nû yê Îranê Ayetullah Mucteba Xamineyî pêşniyarên agirbestê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi tundî red kirin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarekî payebilind ê Îranê ve ji ajansa Reutersê re hatine ragihandin, ev pêşniyar bi rêya du welatên navbeynkar gihîştine Tehranê. Lê belê Xamineyî diyar kiriye ku ew vê qonaxê wekî “dema rast a aştiyê” nabîne û heta ku DYA û Îsraîl çong daneyînin, têkçûna xwe qebûl nekin û tezmînatê nedin, tu rêkeftinek pêk nayê.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî jî piştrast kir ku Tehran di vê qonaxa şer de naxwaze li ser agirbestê danûstandinan bike. Araqçî di daxuyaniyeke xwe ya ji bo CBS Newsê de destnîşan kir ku welatê wî amade ye heta demeke ne diyar parastina xwe li dijî êrîşan berdewam bike. Li aliyê din, malpera Amerîkî Axiosê ragihand ku Serok Donald Trump amade ye ji bo rêkeftineke nû, lê ew naxwaze ji pozîsyoneke qels danûstandinan bike.
Tê gotin ku Washingtonê çarçoveyek pêşniyar kiriye ku tê de rê dide Îranê careke din tev li aboriya cîhanê bibe û petrola xwe bifiroşe, lê ev pêşniyar hîn ji aliyê serkirdayetiya Îranê ve nehatiye pejirandin.
Di nava vê rageşiyê de, îdiayên derbarê pêwendiyên berdewam ên di navbera Ebas Araqçî û Nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff de bûn sedema nîqaşan.
Wezîr Araqçî ev îdia bi tundî red kirin û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê diyar kir ku dîplomasî bi êrîşên leşkerî yên Amerîkayê hatiye “kuştin”.
Araqçî destnîşan kir ku pêwendiya wî ya dawî bi Witkoff re berî biryara êrîşên li ser Îranê bûye û got ku belavkirina nûçeyên wiha tenê bi armanca xapandina bazara petrolê û raya giştî têne kirin.