Cîhan
Murat Kurum: Planên îmarê yên Kanal Îstenbolê hatin tesdîqkirin
PeyamaKurd – Wezîrê bajarvaniyê û hawirdoriyê yê Tirkiyê Murat Kurum li şaredariya Çekmeköyê civînekî kir û got ku projeya Kanala Îstenbolê di plana îmarê de hatiye qebûlkirin û derxistine îlanê. Kurum weha got:
“Me plana Kanala Îstenbolê ya 1/100 hezarî hefteya borî derxist îlanê û eger daxwazên hemwelatiyan hebe em ê li ser wan biaxifin.”
Kanala Îstenbolê bo Buhira Îstenbolê weka alternatîve û eger çêbibe wê Derya Reş û Marmarayê bi hev re girede û barê Buhira Îstenbolê sivik bike.