TR KU SO
FB X
Cîhan

Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan li Antalyayê civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 12 mijdar 2026 11:45

PeyamaKurd - Li ser çerçoveya xebatên Lûtkeya Keşûhewayê ya li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şeva çûyî (Çarşem, 11ê Mijdara 2026an) bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.

Di hevdîtinê de pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re bi berfirehî hatin nirxandin.

Her du aliyan tekezî li ser pêşxistina alîkarî û diyalogê di warên cuda de kirin.

Her wiha bal hate kişandin ser girîngiya berdewamiya hevahengiyê ji bo bihêzkirina aştî, ewlehî û aramiya herêmê.

Di civînê de derbarê çendîn mijarên din ên girîng û hevbeş de jî bîrêveçûn hatin guftogokirin.

Parve bike: