TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahu: Artêşa Îsraîlê Çemê Lîtanî yê li başûrê Libnanê derbas kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 gulan 2026 18:10

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, li gel Wezîrê Berevaniyê Israel Katz û Cîgirê Sererkanê Giştî Tamir Yadai, serdana yekeyên leşkerî yên li ser sînorê Libnanê kir û li wir daxuyanî dan.

Netanyahu eşkere kir ku tîmên ser bi Lîwaya 36an a Hêzên Berevaniya Îsraîlê (IDF), sînorê "navçeya ewlehiyê" ya destnîşankirî derbas kirine û ketine aliyê Çemê Lîtanî yê li başûrê Libnanê.

Serokwezîrê Îsraîlê destnîşan kir ku hêzên wan di pêşveçûnê de ne û niha li Beyrûd, Beqa û li seranserî eniyan operasyonên xwe berfireh kirine daku derbên herî giran û bixwîn li binesaziya Hizbullahê bixin.

Parve bike: