TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahû: Wê Îran di demeke pir nêz de azad bibe

Admin H
Nivîskar
📅 30 îlon 2024 21:02

PeyamaKurd –  Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû vîdeoyek belav kir ku tê de bang li îraniyan kir. Natanyahû got: “Wê Îran di demeke pir nêz de azad bibe ku ew dem wê nêztir be ji pêşbîniya gelek kesan.”

Netenyahû anî ziman: “Deverek li Rojhilata Navîn tune ye ku Îsraîl nikaribe xwe bigihînê. Hikûmeta Îranê, Rojhilata Navîn ber bi şer ve dibe. Deverek tune ye ku Îsraîl xwe negihînê ji bo parastina welat û hemwelatiyên xwe.”

Di heman daxuyaniyê de Netanyahû ragihandiye, “Hikûmeta Îranê, îraniyan ber bi karesatan ve dibe” û gotiye “Wê Îran di demeke nêz de azad bibe ku ew dem wê nêztir be ji pêşbîniya gelek kesan.”

 

Parve bike: