TR KU SO
FB X
Cîhan

Nûrî Malîkî salvegera 80êmîn a damezrandina PDKê pîroz kir

Admin H
Nivîskar
📅 16 tebax 2026 19:15

PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî bi helkefta 80êmîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahiyê ji Serok Mesûd Barzanî û alîgirên partiyê re şand.

Malîkî di peyama xwe de dîroka dûr û dirêj a xebat û berxwedana PDKê ya li dijî rêjîma dîktator û qurbaniyên ji bo parastina mafên gelê Kurd bi bîr anîn.

Wî destnîşan kir ku qurbaniyên hemû pêkhateyên Iraqê yên li dijî dîktatoriyê bûne bingeha avakirina Iraqeke demokratîk û federal ku maf û rûmeta hemû aliyan biparêze.

Derbarê pêşeroja siyasî ya welat de, Nûrî Malîkî tekezî li ser girîngiya hevtêgihiştinê kir û ragihand ku ev rawestgehên dîrokî divê bibin hênasa bihêzkirina yekrêziya Iraqê û çespandina hevpariya nîştimanî.

Di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku armanca sereke avakirina dewleteke saziyî ye ku dadperwerî û wekheviyê pêk bîne û hemû mafên welatiyên Iraqê biparêze.

Parve bike: