TR KU SO
FB X
Cîhan

NY: Ji ber serê Sûdanê 700 hezar kes koçber bûn

Admin H
Nivîskar
📅 10 gulan 2023 00:06

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber şerê herdu hêzên Sûdanê yên çend hefteyên dawî, zêdetirî 700 hezar welatî koçber bûne.

Berdevkê Rêxistina Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Paul Dillon eşkere kir, ji dema destpêkirina şerê Sûdanê 15ê Nîsanê ve, zêdetirî 700 hezar kes li nava welat koçber bûne.

Dillon da xuyakirin ku ligel berdewamkirina şerê artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn, hejmara koçberan hefteya borî zêdetir bûye.

Herwiha ajansa Reutersê jî li ser zarê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku heta niha di encama şerê li Sûdanê de 604 kes hatine kuştin, zêdetirî 5 hezar kes jî birîndar bûne.

Parve bike: