Orban: Ukraynayê, serweriya xwe wenda kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban, di derbarê şerê navbera Rusya û Ukraynayê de hin nirxandin kirin. Orban amaje kir ku Ukraynayê, serweriya xwe wenda kiriye.
Viktor Orban, di nirxandinên xwe de bal kişand ser rewşa şerê navborî û di îdiayên xwe de bal kişand ser bandora Amerîkayê ya li ser vî şerî û diyar kir ku heger Amerîka bixwaze, dê ev şer biqede.
Serokwezîr Orban, di dewama axaftina xwe de got ku
"Heger Amerîkî bixwazin, sibehê şeveqê dê aştî were. Sedema ku çima Amerîkî naxwazin ku çareserî çêbibe jî di nav hemû cîhanê de wekî pirsekê ye. Jixwe Ukraynayê bi rastî serweriya xwe wenda kiriye.
Ne pere heye, ne pîşesaziya leşkerî heye. Ji bo hilberîna leşkerî tu tesîs tuneye. Pere bi giranî ji Amerîkayê û amûrên leşkerî ji Amerîkiyan û ji Rojava tên."
Orban, li ser aştiyê jî got, "Çima Amerîkî vê naxwazin, me di civîna NATOyê de bersiv negirt."
Viktor Orban îdia kir ku rêveberiya Ukraynayê bi tundî daxwaza piştgiriya çek û cebilxaneyê ji Rojava dike û ew jî "şantajên exlaqî" dikin.