Parêzbendiya UNRWAyê hat betalkirin
PeyamaKurd – Meclisa Îsraîlê pêşnûmeya betalkirina parêzbendiya Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pejirand.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Meclîsê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Di dengdana ewil de Lijneya Giştî ya Knessetê (Meclisa Îsraîlî) pêşnûmaya guherandina biryarnameya 2024an a 2024an a NYyê ya parêzbendî û îmtiyazê pejirand."
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 120 parlementeran 58 parlementeran dengê erê dane û 6 parlementeran jî dengê na dane û wiha hat gotin: “Di pêşnûmeyê de hatiye diyarkirin ku rêziknameya 1947an a NYyê ew ê ji bo xebatkarên UNRWA yan jî kesek ji bo UNRWAyê kar dike re derbas nebe."
Ji bo pêşnûmeya ku behsa wê tê kirin bikeve meriyetê divê di 3 rûniştinên din ên cuda de ji aliyê meclîsê ve bê qebûlkirin.