Cîhan
Parêzgar a baroya Îzmîrê Aryen Turan xistin binçav
PeyamaKurd – Di kongra baroya Îzmîrê ya di 22 yê cotmehê de hatibû lidarxistin de, parêzer Aryen Turan ji ber xwestibû di mijara ku hat gotin artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê li hemberê PKKê çekên kîmyewî bikaraniye lêkolîn bêkirin û axaftina xwe bi slogana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî anîbû, ji aliyê polîsên beşa TEMê ya rêvebiriya asayîşa Îzmîrê ve hat binçavkirin.
Li ser axaftina Turan ya di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî, Aysel Tuğluk, girtiyên nexweş yên di zîndanê de û Deniz Poyraz a ku di baregeha partiya HDP ê de li Îzmîrê hatibû kuştin, hinek parêzer bertekê nîşan dabûn û hat gotin ku parêzgerekî di derbarê wê de gilî kiribû.
Aryen Turan niha li baregeha asayîşa Îzmîrê li beşa TEM ê îfadên xwe dide.