TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamentera Iraqê bi 10 salên girtîgehê hat ceza kirin

Admin H
Nivîskar
📅 23 îlon 2026 18:58

PeyamaKurd - Dadgeha Tawanên a Rûbirûbûna Gendeliyê cezayê 10 salên zîndanê bo parlamentera Iraqê Eşwaq Salim Hesen birî û ew neçar kir ku zêdetirî 11 milyar dînarên Iraqî bo xezîneya dewletê vegerîne.

Li gorî daxuyaniya Desteya Destpakiyê ya Iraqê ku roja Çarşemê 23ê Îlona 2026ê hat dayîn, dadgehê bi amadebûna parlamenterê bi xwe ev biryar da.

Li gorî hûrgiliyên dozê, dadgehê bi tohmeta bidestxistina dahatên neqanûnî yên bi nirxê zêdetirî du milyar dînar û nêzîkî sê milyon dolarî (bi giştî nêzîkî 11.9 milyar dîner) 7 sal cezayê zîndanê da wê.

Her wiha li gorî xala pêncê ji qanûna desteyê, ji ber ku wê mal û milkên xwe di forma fermî de eşkere nekirine û veşartine, 3 salên din jî cezayê zîndanê lê hat birîn.

Bi biryara dadgehê, dest danîn ser tevahiya mal û milkên veguhestî û neveguhestî yên Eşwaq Salim.

Parve bike: