TR KU SO
FB X
Cîhan

Pasînyan, Pûtîn û Alîyev li Soçiyê dicivin

Admin H
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2022 22:57

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Serokwezîrê  Ermenistanê Nikol Paşînyan, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Soçiyê bicivin.

Li gorî daxuyaniya Paşînyan ya li parlamentoya welatê xwe, ew dê 31ê Cotmeh3e li bajarê Soçî yê Rûsyayê ligel Pûtîn û Alîyev civîneke sêqolî li dar bixe.

Herwiha Paşînyan aniye ziman ku ew hêvî dikin heta dawiya salê bi Azerbaycanê re peymana aştiyê îmze bikin û gotiye, ew niha ji bo proseya diyarkirina sînorên Ermenistan-Azerbaycanê heta girêdana peymanê xebatên xwe didomînin.

Parve bike: