Pence: “Bila Tirkiye biryardariya Trump ne ceribîne”
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence ragihand ku bila Tirkiye biryardariya Trump test neke.
Cîgrirê Serokê Amerîkayê Donald Trump Mike Pence li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê rewşa keşeyê Amerîkî Andrew Brunson ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bûye sedema krîzekê, peyamek belav kir.
Mike Pence, di tweeta xwe de diyar kir, “Keşe Brunson bêsûc e û edalet dixwaze wî berde. Tirkiye bila biryardariya Trump test neke.”
Di destpêka rûdana krîza di navbera Tirkiye û Amerîka de yekem car Mike Pence gef li Tirkiyê xwaribû û gotibû ku eger Brunson neyê berdan ew ê sizayan li dijî Tirkiyê bisepînin.
Piştî demekê ku Brunson nehat berdan sizayên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyê destpêkirin û di encam de lîreyê tirkî li hember dolar gelek lawaz bû.