Pêngava Mihafizên Soresê ji DYAyê! Xelat 10 milyon dolar e!
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku ew ê heta 10 milyon dolar xelat bide kesên ku derbarê hin berpirsên Pasdarên Şoreşê de ji ber rola wan di êrîşên sîberî de li dijî binesaziya krîtîk a Amerîkî agahdarî bidin.
Bernameya Xelatên Dadwerî ya Wezareta Derve ya Amerîkî diyar kir ku ew êrîş bi talîmata hikûmeta Îranê hatine kirin û berpirsên Fermandeya Sîber a Pasdarên Şoreşa Îranê ev êrîş pêk anîne, wêne û navên kesên ku di van êrîşan de cih girtine belav kirin.
Ev kes: Hemîd Hemyûnfal, Hemîd Riza Leşkariyan, Mehdî Laşkariyan, Mîlad Mensûrî, Mihemed Bekir Şîrînkar û Riza Mihemed Emîn Sebariyan di Yekîneya Fermandeya Sîber a Pasdarên Şoreşa Îranê de kar dikin.
Wezareta Derve bal kişand ser vê yekê ku Hemîd Riza Leşkeryan rêveberê Fermandeya Sîber a Pasdarên Şoreşê ye û herwiha fermandeyê hêza Quds e, ku amûra sereke ya Îranê ye ku ji bo piştgirîkirina komên terorîst li derve tê bikaranîn.