Cîhan
Peyama Erdogan ji bo Lûtkeya Ûkraynayê!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew di prensîbê da piştgiriyê didin plana aştiyê ya Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ku ji 10 xalan pêk tê.
Erdogan di peyama xwe ya ji bo Civîna Bilind a Ukrayna-Başûrê Rojhilatê Ewropayê de diyar kir ku ji ber ew xîtabî beşdaran dike gelekî kêfxweş in û wiha got: “Hûn hemû dizanin ku Tirkiye piştgirî dide serxwebûn, serwerî, ewlehî û yekparebûna axa Ukraynayê. Em hemû hewlên xwe didin ji bo parastina maf û berjewendiyên hevwelatiyên xwe yên Tatar ên Kirimê. Em herwiha amade ne ku beşdarî başbûn û nûavakirina bilez a Ukraynayê bibin. Tevî ku em ketine sala sêyemîn a şer û li gel hemû hewldanan jî, ji bo pêkanîna aştiyê pêşketineke têr çênebûye. Ez nêrîna xwe diparêzim ku divê şansek ji dîplomasî û diyalogê re bê dayîn da ku şer bi aştiyek adil û mayînde bi dawî bibe. Ji bo bidestxistina vê armancê, bikaranîna hemû kanalên dîplomatîk di asta herî bilind de gelekî girîng e. Ez di wê baweriyê de me ku bi kêmanî ji bo diyarkirina pîvanên giştî yên aştiyê divê xebateke hevpar bê destpêkirin. Di vî warî de em piştgirî didin plana aştiyê ya 10 xalî ya Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy."
Erdogan bal kişand, di wê baweriyê de ye ku ji bo serketina însiyatîfa aşitiyê kombûna her du aliyan girîng e û got, "Însiyatîfa Derya Reş a ku bi hewldana me hat avakirin û di serdema ku hat pêkanîn de roleke girîng lîst, cihê xwe di rojeva me de diparêze. . Wekî din, pêdivî bi rêziknameyek heye ku ewlehiya navîgasyonê ji bo keştiyên bazirganî yên li Derya Reş misoger bike. Di vê çarçoveyê de em bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) re têkiliyên xwe yên ji bo rêziknameya nû ya ku li ser Derya Reş tedbîrên ewlehiyê digire nav xwe berdewam dikin. Li aliyê din em amade ne ku maseya muzakereyê ya ku me berê li Stenbolê ji bo avakirina aştiyê ava kiribû, ji nû ve saz bikin. Bi vê minasebetê ez hêvî dikim ku ruhê hevgirtinê yê ku li erdnîgariya me ya hevpar Balkanan bi pêvajoya hevkariyê ya welatên Ewropaya Başûr-rojhilatê jîn bûye, li erdnîgariya me ya nêz jî belav bibe.”
Erdogan ji dil û can pîroz kir kesên ku di organîzekirina lûtkeyê de keda wan hebû, bi taybetî Serokwezîrê Arnavutî Edî Rama ku mazûvaniya lûtkeyê kiribû.