TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistgiriya DYAyê ji Netanyahu re: Desthilatdariya ICC nîne!

Admin L
Nivîskar
📅 30 nîsan 2024 12:33

PeyamaKurd – Rêvebiriya DY îdia kir ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) derbarê îdîaya biryara girtinê ya li dijî serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de "ne xwediyê hiqûqê ye".

Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre di brîfînga xwe ya rojane ya çapemeniyê de rojeva derbarê biryara girtina muhtemel a Dadgeha Cezayê Giran a ji bo Netanyahu de nirxand. Jean-Pierre got ku helwesta Amerîka ya niha ya derbarê desthilatên ICC de neguheriye û ew nafikirin ku desthilata dadgehê heye ku biryarê li ser karbidestên Îsraîlê bide.

Berdevkê DYAyê diyar kir ku hem di derbarê êrîşên 7ê Cotmehê yên Hamasê û hem jî êrîşên dewleta Îsraîlê yên li Xezzeyê de hiqûqa Dadgeha Cezayê Giran nîne û wiha got: “Nêrîna me di derbarê lêpirsîna ICCyê de zelal e. Em piştgiriyê nadin û bawer nakin, di vî warî de hiqûqa wan heye.” Bi gotinên xwe ev yek parast.

Parve bike: