Piştî şer DYA-Îranê Ankara bi Îtalya re ji bo Qubbeyên Pola hevdîtinan dike
PeyamaKurd – Li gor ragihandina Bloombergê; ji ber tehdîdên fuzeyan yên li ser Tirkiyê, ji bo xwurtkirina sîstema bergiriya hewayî, ji bo hilberîna Ewrûpayê ya sîstema SAMP/T ya sîstema fuzeyan, bi Îtalya re ji bo hilberîna hevpar û kirîna wan, Tirkiye hevdîtinan dike.
Li gor agahiya Bloombergê; ew 4 fuzeyên ku di wexta şerê DYA-Îranê de, avêtin ser baregehên Tirkiyê û NATO wan fuzeyan îmha kir, kir ku Ankara lezê bide projeyê.
Bloombergê nexwest navê çavakaniyê bide lê Tirkiye xistiye nav karê xwe ku ji bo Qubba Pola deyne ku Qubbe ji aliyê hevkariya Fransa-Îtalya de tê hilberîn ya hevpar ya ji aliyê Eurosam GIE de bi navê SAMP/T ye.
Di navbera Tirkiyê û Eurosam de di sala 2018an de ji bo hilberîna hevpar ya sîstemê Peyman hatibû îmzakirin. Lê ji ber Fransa qebûl nekiribî pêvajo rawestiyabû.
Niha Tirkiye dixebite da Fransayê razî bike ku bibe hevparê hilberîna sîstemnê û ji wan sîstemê bikire.