TR KU SO
FB X
Cîhan

Pompeo peyama cejna Qurbanê da

Admin M
Nivîskar
📅 21 tebax 2018 20:43

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi vîdeoyekî peyama pîrozbahiya cejna Qurbanê belav kir. Pompeo weha got:

“Ez cejna Qurbanê ya temamê misilmanan ku nîşana dawiya hecê ye pîroz dikim. Li gelek deverên dinyayê misilmanên ku hene, bi malbat û hevalên xwe re tên cem hev û îbadetê dikin. Di nava vê demê de, ev kiryar bo me hemûyan mînake. Misilman bo kesên ku pêdiviya wan pê heye, qurbanan serjêdikin û alîkariya wan dikin. Ez li ser navê wezareta karên derve ya Amerîkayê cejna we pîroz dikim.”

Parve bike: